Hêzên Îsraîlî careke din ketin nav axa Sûriyeyê  

Hêzên Îsraîlê carek din derbasî gundewarê Quneyterayê bû û bendên kontrolê danîn.

Hêzên Îsraîlî careke din ketin nav axa Sûriyeyê  
9 tebax, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, hêzên Îsraîlê li gundewarê başûrê Quneytrayê ketin nava axa Sûriyeyê. Li gorî agahiyan, 5 wesayîtên leşkerî yên ku leşker barkirî bûn, ji baregeha Tel El Ehmerê ber bi rêya Rafîd-El Eşayê ve çûn û bendeke kontrolê danî.

Hêzek din a ji 5 wesayîtên leşkerî pêk tê ket nav bajarokê Ruweyhina yê li gundewarê Quneytrayê û bendeke kontrolê ya demkî danî.

Duh, hêzên Îsraîlî êrişên xwe yên hewayî li başûrê Sûriyeyê jî zêde kirin. Belafireke bê mirov ya Îsraîlê baregehek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê El Selam li gundewarê Quneytrayê bombebaran kir, balafirên keşfê jî li asîmanê herêmê geriyan.

(k)