Di rojnameyên erebî de Konferansa "Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê"

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de der barê konferansa "Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" ku duh hate lidarxistin, nivîsîn. Rojnameyan  behsa girîngiya konferansê û peyamên wê yên yekgirtî û naveroka konferansê kir.

Di rojnameyên erebî de Konferansa "Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê"
9 tebax, 2025   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bi berferhî der barê konferansa "Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" ku duh li bajarê Hesekê hate lidarxistin, nivîsîn.

Rojnameya El Exbar a Lubnanî da zanîn ku konferansa "Yekhelwestya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" destpêka hevpeymaneke nû ye armanc wê ew e ku ji bo pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya berfireh peyda bike. Rojnameyê da zanîn ku ev gav beriya gera girîng a dan û standinan li Parîsê yên bi hikûmeta veguhêz re pêk hat.

Rojnameyê destnîşan kir ku di konferansê de yekitiya pêkhateyên Sûriyeyê hate çesipandin û hat diyarkirin ku ew li dijî tundî û nefretê ne û dawaza avakirina sîstemeke nenavendî  dikin ku mafên hemî pêkhateyan garantî dike.

Rojnameya El Şerq El Ewset konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî gavek biryardar ber bi xurtkirina cihêrengiya etnîkî, olî û çandî ve pênase kir. Rojnameyê diyar kir ku di encamnameya konferansê hat xwestin ku konferansek nîştimanî ya berfireh were lidarxistin, pêvajoyek edaleta veguhêz were destpêkirin. Her wiha doza vegera ewle ya koçberan hate kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku beşdarbûna zêdetirî 400 kesayetiyên ji pêkhateyên cûda yên Kurd, Ereb, Suryanî û kêmneteweyên din, xwestekek rastîn ji bo yekîtî û hevkariyê nîşan dide, her wiha nîşan dide ku modela Rêveberiya Xweser ezmûneke serketî ji bo rêveberina civaka demokratîk e. Rojnameyê behsa  fedekariyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji parastina herêmê kir û da zanîn ku divê artêşa nîştimanî ya Sûriyeyê profesyonel be û nûnertiya hemû pêkhateyan bike.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî konferans bi "meyleke zelal a ber bi yekrêziya li hemberî cudekarî û zulma ku li ser tevahî sûriyeyan hatiye meşandin ve" ve nirxand. Rojnameyê cih da axaftina Serokê Ruhanî yê Taîfeya Miwehidînên Durzî Hikmet El Hicrî ku di konferansê de kiribû û wiha hat domandin "Hikmet El Hicrî konferans wekî bersiveke rasteqîn a qêrînên gelê ku şer wê westandiye bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku pirrengiya li Sûriyeyê kanzeyeke ku yekitiyê xurt dike."

Rojnameyê gotinên serokê Meclisa Îslamî ya Elewî Şêx Xezal Xezal ên di konferansê de jî parve kir. Hate gotin, Şêx Xezal banga nenavendî an federaliyê ku taybetmendiyên olî û çandî yên her pêkhateyekê di ber çavan re digire, kir û  diyar kiriye ku çareseriya siyasî divê mafên tevahiyan bê cudabûn mîsoger bike.

Rojnameyê konferans wekî platforma yekkirina helwestan di demekê de ku li Sûriyeyê arîşeyên mezin hene" pênase kir. Hate diyarkirin ku tevlêbûna mezin a konferansê daxwawza rasteqîn a avakirina siberojeke demokratîk a hevbeş nîşan dide.

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir ku "Konferans di demekê de hat lidarxistin ku amadekariyên berdewam ji bo civînên berfirehtir a şêxên eşîran û rêberên civaka sivîl tên kirin. Konferans gaveke pratîkî ya ber bi vekirina rê li ber diyalogeke nîştimanî ya berfireh li paytext Şamê ve ye, ku armanc jê nivîsandina destûreke nû ya li ser bingeha prensîbên hemwelatîbûn, edalet û pirrengiyê, di heman demê de beşdariya rastîn a hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di birêvebirina siberoja welêt de misoger bike."

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibînin ku ev pêngav dê helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dan û standinên bê be xurt bike. Di heman demê de ê dewletên garantor neçar bike ku zextê li Şamê bikin da ku pergala nenavendî qebûl bike ku mafên kêmneteweyan mîsoger bike û li ber siyastên dûrxistinê yên ku bi salên dirêj bandor li tevna civakî ya Sûriyeyê kiriye bigire. Hate gotin, beşdarên konfernasê hêvî dikin ku edaleteke veguhêz a rasteqîn were destpêkirin ku li ber binpêkirinên bigire û li ber pêvajoya nû ya yekitî û lihevhatina nîştimanî veke.

Rojnameyê diyar kir ku "konferans xaleke werçerxê di dîmena siyasî ya Sûriyeyê de ye, her wiha gaveke ber bi avakirina dewleta sivîl a demokatîk a pirrengiya çandî ve ye, ku tevahî pêkhate di çarçoveya rêzdarî, tevkariya nîştimanî ya rasteqîn de hemaheng bin.

(k-bb)