Hêzên Îsraîlê li Derayê 3 ciwan destgîr kirin

Hêzên Îsraîlê ku bi 6 erebeyên leşkerî ketin bajarokê Abidîn ê Derayê, 3 ciwan destgîr kirin.

Hêzên Îsraîlê li Derayê 3 ciwan destgîr kirin
21 tebax, 2025   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê îro derbasî bajarokê Abidîn ê herêma Hewz a El Yermûk a li rojavayê Derayê bû.

Yekîneya artêşê ku ji Colanê derketibû, bi 6 erebeyên leşkerî derbasî bajarokê Abidîn bû.

Hate ragihandin ku yekîneya artêşê nêzî saetekê taxa rojhilatê bajarokê kontrol kir û 3 ciwan destgîr kirin, piştre ji taxê vekişiya.

19’ê Tebaxê jî artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê di xaka Sûriyeyê de bi pêş ve çû. Di dema pêşveçûnê de leşkeran gule li motorsîklêtekê barandin û di hin malên sivîlan de lêgerîn pêk anîn.

(bb)