Hêzên Îsraîlê ket nava 2 gundên Derayê

Hêzên Îsraîlê bi 18 erebeyên leşker ket gundewarê rojavayê Derayê û operasyoneke serdegirtinê pêk anî.

Hêzên Îsraîlê ket nava 2 gundên Derayê
14 îlon, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê îro bi 18 erebeyên leşkerî ket gundewarê rojavayê Derayê û li gundên Seysûn û Cemleyê operasyonên kontrol û serdegirtinê pêk anîn.

Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li gundê Seysûnê bi ser malan de girtin û li çekan geriyan.

Hêzên Îsraîlê ku hebûna xwe li başûrê Sûriyeyê xurt dike, li Quneytîrayê 9 baregeh û nuqteyên leşkerî ava kirin û li Cebl El Şêx jî dest danî ser 5 nuqteyên stratejîk.

Çend mehe hêzên Îsraîlê dikeve nava axa Sûriyeyê, operasyonên serdegirtinê pêk tîne, şênî ji ber van tevgeran bi fikar in.

(bb)