Hêzên Îsraîlê 2 ciwan berdan

Hêzên Îsraîlê 2 ciwanên ku li Quneytrayê girtibûn berdan, tevgera û derbasbûna hêzên leşkerî yên Îsraîlê ji bo gundewarên Quneytra û Derayê didomin.

Hêzên Îsraîlê 2 ciwan berdan
18 cotmeh, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê 2 ciwanên ku duh (17 Cotmeh) di dema xebatên xwe yên zeviyên zeytûnan li derdora gundê Ternece yê gundewarê bakurê Quneytrayê dikirin girtibûn, berdan. Di heman demê de li gundewarên Quneytra û Dera yê başûrê Sûriyeyê tevgera leşkerî ya Îsraîlê didome.

Hêzên Îsraîlê duh li gundewarê Quneytra rêya Heder û Ternece girtin, tevgera şêniyan rawestand, 3 ciwan girtin. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku ew her sê ciwan ji bajarokên Seyda El Colan û Cebata El Xeşeb in, lê hîn çarenûsa ciwanê sêyemîn ne diyar e.

Der barê tevgera Îsraîlê jî, dewriyeyeke Îsraîlê derbasî herêma El Eqrebiyê ya ku dikeve navbera gundên Abidîn û Cumlê yên li Hewd El Yermûk li gundewarê rojavayê Derayê dikeve bû, li herêmê xaleke kontrolê danî.

Dewriyeke din jî ya ku ji 3 tank û 3 seyareyan pêk tê, derbasî rojavayê bajarokê Seyda El Colan a gundewarê başûrê Quneytrayê bû, ew tank bi ser zeviyên herêmê meşiyan û dar rakirin.

Hêzên Îsraîlê duh rêya Heder-Ternece ya li ber herêma El Sewana ya gundewarê bakurê Quneytrayê qut kir û rêya derbasbûna bajarokê girt, wesayetên girêdayî zeviyên çandiniyê ji şêniyan girtin û nehiştin ku xelk ji herêmê derkeve, têkildarî dema ku rê girtî maye nehatiye zelalkirin.

Li Mezreyet El Hanût ya gundewarê Quneytrayê şênî ji hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku der barê derbasbûn û rêkarên ku nahêlin xelk tevger bikin demildest destwerdanê bikin, şêniyan rê li ber karwaneke NY`ê yê li herêmê girt.

Nêzî 8 seyareyên girêdayî NY`ê û parastina dîplomasî duh derbasî bajarê Besra El Şam ê gundewarê rojhilatê Derayê bû, piştre berê xwe da aliyê rojhilatê herêmê, têkildarî mijarê ti agahî nehatin parvekirin.

(sb)

ANHA