Hêzên Îranê welatiyekî Kurd qetil kir

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand di encama gulebarana hêzên Îranê de welatiyek Kurd bi navê Mihemed Hisên Zade jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
1 nîsan, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 29’ê Adarê li gundê Qişlaq yê ser bi bajaroka Terzîlu ya girêdayî Urmiyê ve, di encama gulebarana hêzên Îranê de welatiyek Kurd bi navê Mihemed Hisên Zade jiyana xwe ji dest da.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku hêzên Îranê bêy ku hişyariya destpêkê bikin, bi gumana ‘kelûpelên qeçax’ li gel de ye, wesayîta wî gulebaran kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye di Sibata îsal de jî 3 welatiyên Kurd ên xelkê bajarokê Kueştî Loristan di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dabûn.