Hêzên hikumetê li Hums û Banyasê êrişî xwepêşandêrên kirin

Hêzên hikumeta veguhêz li bajarên Humsê û Banyasê êrişî xwepêşandêrên ku ji bo daxwaza federalîzmê daketibûn kolanan, kirin.

Hêzên hikumetê li Hums û Banyasê êrişî xwepêşandêrên kirin
28 kanûn, 2025   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi sedan kes, li ser banga serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal, li çend bajaran daketin kolanan.

Xwepêşandêr li qada Îmam Elî ya taxa Wadî El Zeheb a Humsê kom bûn.

Nûçegihanê me ji taxê ragihand hêzên hikumetê li jinên dan da ku tev li xwepêşandanan nebin.

Hêzên hikumeta veguhêz herêm dorpêç kir hewl dan bi darê zorê xwepêşandêran belav bikin. Gelek kes ji ber zor û tundiya hêzên hikûmetê nikarîn xwe bigînin qada xwepêşandanê, her wiha rêyên ku diçin qadê jî hatin girtin.

Li bajarên Ceblê û Banyasê jî hêzên hikumetê li xwepêşandêran xistin û gule teqandin.

Duh serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal ji bo daxwaza mafê çarenûsî û federalîzmê banga xwepêşandanên girseryî kir.

(k)