Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin

Di xwepêşandanên girseyî  ku li herêmên perav û naverasta Sûriyeyê li dijî siyasetên hikumeta veguhêz hatin lidarxistin de daxwaza federaliyê hat kirin.

Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
Li peravê û naverasta Sûriyeyê xwepêşandan: Em federaliyê dixwazin
28 kanûn, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal, îro li bajarên Sehleb, Wadî El Iyûn ên gundewarê rojavayê Hemayê, Wadî El Zeheb ê Humsê, çerxerêya El Ezher a bajarê Laziqiye, Ceble û Tertûsê bi sedan kes bi dirûşma "Em federaliyê dixwazin" daketin qadan. 

Xwepêşandêran daxwazên xwe yên mafên siyasî û sivîl û diyarkirina çarenûsê anîn ziman. Her wiha tevahî cûreyên tundî û paşguhkirina siyasî red kirin.

Li bajarê Banyasê yê Laziqiyê hêzên hikumeta veguhêz li nêzî Saziya Avê û têketina taxa Qisûr belav bûne da ku xwepêşandanan qedexe bikin.

Alîgirên hikumeta veguhêz jî li çerxerêya Zîraa ya Laziqiyê kom bûn da ku li ber tevlêbûna xwepêşandanên bigirin.

Di xwepêşandanên li Banyas, çerxerêya Zîraa û bajarê Ceblê yên Laziqiye û taxa Zehra ya Humsê alîgirên hikumeta veguhêz û komên navên " Komîteyên Aştiya Naxweyî" li xwe dikin, êrişî xwepêşandêran kirin û hin ji wan binçav kirin. Dîsa nehiştin ku rojnamevan bûyeran belge bikin.

Tevî hemû zextan xwepêşandêran xwepêşandan berdewam kirin.

(b)