Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin

Şehîd Orhan Kobanê bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat oxirkirin.

Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
Şehîd Orhan Kobanê hate oxirkirin
28 kanûn, 2025   14:12
KOBANÊ

Şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê kuOrhan Kobanê (Orhan Ebdo Îsa) 26’ê kanûnê (2025) li Bendava Tişrînê di qezaya leşkerî de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hat oxirkirin. 

Girseyek mezin a şêniyan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre edama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Hîba Mamo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopdandina rêya şehîdan da.

Hîba Mamo got: "Şehîdên me hebûna me ne. Em ê destkeftiyên wan biparêzin û şopdarên rêya wan bin. Şehîdên me li hemberî dijmin têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dan meşand û ji bo ax û gelê xwe canê xwe feda kirin. Divê em xwedî li mîrata şehîdan derkevin. "

Hevserokê Desteya Kar û Karên Civakî ya Kantona Firatê Ehmed Xoce di merasîmê de axivî û ev tişt got: "Em di qonaxeke herî hesas re derbas dibin. Divê em berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin da ku hebûna xwe di Sûriyeyeke nenavendî de ava bikin. Divê em şopdarên rêya şehîdên xwe bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Li ser navê mabata şehîd Orhan Kobanê, Cîhan Elî diyar kir ku şehîd Orhan Kobanê, bavê çar zarokan ye û wiha got: "Şehîd Orhan bê dudilê têkoşîn dikir. Em şehadeta şehîd Orhan Kobanê, diyarî Rêber Apo, malbatên şehîdan û şervanên azadiyê dikin."

Piştre nasnameya şehîd Orhan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Orhan Kobanê bi dirûşma "Şehîd namirin" spart axê.

(sş/b)

ANHA