Endamên ‘Firqeya 80’ êrişî sivîlan kir; birîndar hene

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên "Firqeya 80" yên di nava hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi çekên sivik û navîn êrişî xelkê gundê Cib Ebyed ê bakurê Dêr Hafirê kir, di encamê de sivîl birîndar bûn.

Endamên ‘Firqeya 80’ êrişî sivîlan kir; birîndar hene
20 mijdar, 2025   15:24
TEBQA

Çavkaniyên xwecih ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên girêdayî delweta Tirk a dagirker ên "Firqeya 80" ya di hêzên hikumeta veguhêz de, danê nîvro bi çekên sivik û navîn êrişî xelkê gundê Cib Ebyed ê li bakurê bajarê Dêr Hafir kir û di encamê de sivîl birîndar bûn.

Di dîmenên bûyerê de ku çalakvanan parve kirine, diyar dibe ku çete guleyan li xelkê li nêzî cihên parzûnkirina petrolê kom bûne direşînin.

Ev êriş piştî 2 rojan ji qetilkirina welatiyê bi navê Ebdullah El Mûsa bi destê çeteyên li heman gundî pêk hat.

Her wiha binpêkirinên li gundewarên Minbicê û bakurê Dêr Hafirê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin. Şêniyên herêmê, ji ber zêdebûna van êrişan û nebûna bertekên pêşîlêgirtina sûcdaran bi hêrs in û li hember van sûcan meşeke girseyî li bajarê Minbicê li dar xistibû.

(fr)