Hêzên hikumeta veguhêz êrişî hêzên Siwêdayê kirin

Hêzên hikumeta veguhêz êrişî benda kontrola yê Hêzên Parastina Nîştimanî yên Siwêdayî kir.

Hêzên hikumeta veguhêz êrişî hêzên Siwêdayê kirin
11 cotmeh, 2025   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Nîştimanî ya Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz berbanga vê sibehê nuqteyeke wan bombebaran kir. 

Hêzên Parastia Nîştimanî ya Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikumetê veguhêz bi 2 dronan êrişî benda wan a li ser rêya Çerxerêya Umran –Welga ya  bakurê rojavayê Siwêdayê kir.

Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

27’ê Îlonê hêzên hikumeta veguhêz bi droneke xwekujî êriş gundê Mecdel ê Siwêdayê kiribû. Di encamê de sivîlek û şervanekî hêzên parastina nîştimanî ya Siwêdayê de birîndar bûn.

Hêzên Parastina Nîştimanî yên Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz bi çekn giran êrişî deverên Kenakir û nuqteyên hêzên wan kir.

(bb)