2 ciwanên Siwêdayayî winda ne

2 ciwan Siwêdayî dema ji Lubnanê vedigeriya Siwêdayê agahî ji wan nayên girtin.

2 ciwanên Siwêdayayî winda ne
11 cotmeh, 2025   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

2 ciwanên Siwêdayî roja çarşema borî ji Lubnanê ber bi Siwêdayê ve bi rê ketibûn. Ji wê rojê ve agahî ji her du ciwanan nayên girtin.

 Çavkaniyek nêzî xizmên her du ciwanan, diyar kir ku Ziyad Selman û Ebdulqentar dema di benda kontrolê ya nêzî koşka kongreyan a nêzî Şamê re derbas dibûn, agahî ji wan qut bûne.

Çavkanî da zanîn ku Ziyad Selam ajokarek li ser xeta Lubnan Siwêdayê ye û got saet derdorî 10.00’an ji herêma Alya ya Lubnanê ber bi Sûriyeyê ve bi rê ketibû.

Li ser rêya Şam –Siwêdayê bûyerên revandin û girtinê zêde bûne. Beriya 3 hefteyan ajokarekî otobusekî û hevkarê wî bi tawana veguhestina cîhazên elketronîk ên qedexekirî ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibûn revandin. Li nêzî pira Eqreba jî 4 sivîl ji Siwêdayê hatin revandin.

(bb)