Hêzên hikumeta veguhêz êriş kir, parêzvanên Siwêdayê bersiv dan

Li gundewarê Siwêdayê di navbera çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz û Hêzên Parêzvanên Siwêdayê de şer derket.

Hêzên hikumeta veguhêz êriş kir, parêzvanên Siwêdayê bersiv dan
20 cotmeh, 2025   09:18
SIWÊDA

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê  bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî bajarokê Mecdelê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê yên li derdora Rîma-Hazim û Mezrayê bi cih bûne careke din agirbest binpê kirin û bi çekên  giran a eyar 23 mm êrişî bajarokê El Mecdelê. Di gulebaranê de sivîl kirin hedef. Xwestin bi van êrişn tirsê di nav sivîlan de çêbikin. Hêzên me tavilê bersiva jêdera êrişê da û êriş sekinadin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî dê mîsyona xwe ya parastinê bidomîne û bi xurtî bersiva her binpêkirin an jî gefeleke li ser ewlehiya welatiyan bide.

Şahidan diyar kir ku şer heya saetên destpêkê yên vê sibehê ve bi awayekî kurtî dewam kir û li gel wê jî alozî li herêmê çêbû.

(bb)

ANHA