15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin

Li Weşanxeya Şilêr a Qamişloyê 15 roman û çîrokên nivîskar Helîm Yusiv bi şahiyekê hatin îmzekirin.

15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
15 berhemên nivîskar Helîm Yusiv hatin îmzekirin
12 kanûn, 2025   22:42
QAMIŞLO

Vê êvarê li Navenda Weşanxeya Şilêr a bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê şahiya îmzekirina berhemên nivîskar Helîm Yusiv hat lidarxistin.

Navên roman û çîrokên hatine îmzekirin wiha ne; "Wehşê Di Hundirê De, Mêrê Avis, Memê Bê Zîn, Sedema Qazîmazî, Mirî Ranazin, Komara Dînan, Romana Kurdî, 99 Morîkên Belavbûyî, Auslander Beg, Gava Ku Masî Tî Dibin, Jinên Qatên Bilind, Firîna Bi Baskên Şikestî, Neviyê Tozê, Tirsa Bê Diran, Sobarto. Hin ji van pirtûkan ji bo 7 zimanan hatine wergerandin.

Di roman û çîrokên Helîm Yusiv ên bi zimanê Kurdî de bûyerên li ser şerê Kurd-Tirkiyeyê, Serhildana Qamişloyê ya 2004ˊan, tecrûbeyên xerîbiyê û veguherînên derûnî û civakî, wêneyên bedew ên wek bihuştê ku mirovan di koçberiyê de xeyal dikir û piştre rewşek berovajî dîtin, çîrokên ciwanên Rojava, pirsên der barê jêdera hovîtî û tundiyê de, berxwedana Kobanê, bandora şer û krîzan li ser civakan, heta bi xebatên şanoyê, hatin vegotin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, nivîskar Helîm Yusiv kêfxweşiya xwe bi pêkanîna yek ji xewnên xwe anî ziman û diyar kir ku "Ev cara yekemîn xebatên min ên bi zimanê Kurdî li Qamişloyê tên çapkirin."

Yusiv diyar kir ku li cem li gelê Kurd beriya 2012ˊan ew derfeta fêrbûna bi zimanê xwe nîn bû, ji lew re nifşên beriya wê neçar man ku bi zimanên din fêr bibin.

Yusiv da zanîn ku wî destpêkê bi erebî nivîsandiye, di 1991ˊê de yekemîn berhema xwe bi sernavê "Mêrê Avis" li Şamê derket. Ew yek jî piştî Wezareta Ragihandinê û Yekitiya Nivîskarên Ereb erê kir, hat çapkirin. Lê pirtûka wî ya duyemîn a bi sernavê "Jinên Qatên Bilind" a di 1995ˊan de, ruxmî tu naverokek wê ya siyasî nîn bû, erêkirina çapkirinê wernegirt. Yusiv got: "Wê yekê hişt ku ez tê bigihîjim redkirina erêkirinê girêdayî sernavê pirtûkê ye, ne naveroka wê ye."

Yusiv ji 1996ˊan biryar da ku berhemên xwe yên Erebî wergerîne Kurdî û dest bi wergerandina her du pirtûkên xwe yên destpêkê kir û dest bi nivîsandina Kurdî kir. Lê ruxmî qedexeya çapkirinê, astengî û kêmbûna hejmara xwîneran, dîsa jî nivîsandina bi Kurdî dewma kir.

Yusiv anî ziman ku ew ji bo wî li hember gelê ku ji zimanê xwe mehrûm bûye erkekî exlaqî bû.

Helîm Yusiv di dawiyê de got: "Gelê Kurd, gelekî fedaî û xwedî dîrokek mezin e, lê wêjeya Kurdî fezaya xwe ya xwezayî bi sedema qedexeya ziman a bi salan cihekî xwe negirt. Divê nivîsandina bi Kurdî rêya pêşveçûna wêjeya Kurdî û gihandina wê li wêjeya cîhanî be."

Piştî axaftina xwe, Yusiv berhemên xwe îmze kirin, li beşdar û xwîneran belav kirin.

Nivîskar Helîm Yûsif li Amûdê ji dayik bûye, di 2000ˊî de çûye Almanyayê, di 2015ˊan de cara yekemîn serdana welatê xwe kiriye û dûre di 2018ˊan de serdan kiriye. Lê serdana wî ya niha ya sêyemîn e.

(fr)

ANHA