DAIŞ`ê dîsa êriş kir

Çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Himsê êrişî şivanan kir û zêdetirî 100 serî pez dizîn.

DAIŞ`ê dîsa êriş kir
15 nîsan, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) parve kirine, şaneyên DAIŞ`ê êrişî komeke şivanan li rojhilatê Himsê kir û zêdetirî 100 serî pez dizîn.

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka 2024`an ve di êrişên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyeyê de 301 kes hatine kuştin ku ji wan 37 şênî, 240 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan û 24 çeteyên DAIŞ`ê ne.

(şx)