Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir; 4 kes birîndar bûn

Hêzên hikumeta demkî ji nuqteyên Til Kenakir û Til Hedîd ve êrişî derdora bajarê Siwêdayê kir, di encamê de hijmarek kes birîndar bûn.

Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir; 4 kes birîndar bûn
11 ÇILE, 2026   19:14
NAVENA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê ragihand ku careke din hikumeta demkî ya Sûriyeyê agirbesta li Siwêdayê bin pê kir.

Li gorî agahiyan, hêzên hikumetê ji nuqeyên xwe yên Til Kenakir û Til Hedîd ve ku di bin destê wan de ne êrişî eniyên bajarê Siwêdayê kir, di encamê de 4 welatî birîndar bûn; Kînan Adil El Bedîş, Samî Selman Elame, Mecid Fîras Curzan û Heyse Hanî Mezher.

Ji Tîrmeha 2025ˊan ve hêzên hikumetê êrişî bajarê Siwêdayê û gundewarê wê dikin

(ac/fr)

ANHA