Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bûye

Rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn got tevgera şaneyên DAIŞ`ê di mehên dawîn de zêde bûye. Her wiha da zanîn ku sedema wê jî valahiya ewlekariyê ya li piraniya bajarên Sûriyeyê, bi taybetî ya li çolistana El Badiye ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bûye
13 gulan, 2025   05:06
DÊRAZORÊ

Di demên dawîn de li Sûriyeyê tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê zêde bûye û êrişan li dijî sivîlan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin.

Di çar mehên derbasbûyî de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Dêrazorê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî çend operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn û di encamê de hejmareke zêde ya çeteyan û serkirdeyên wan hatin girtin.

Der barê zêdebûna tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li kantona Dêrazorê, Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku "ji dema rûxandina rejîma berê, têkçûna ewlehiyê û vekişandina xalên kontrolê û hêzên ewlehiyê yên rejîma berê, valahiyeke berfireh a ewlehiyê li Dêrazorê çêbû, bi taybetî li rojavayê Firatê, ji Menacê heta herêma Elbûkemalê û ber bi çolistana Sûriyeyê ve. Vê yekê tevgera şaneyên DAIŞ`ê û peydakirina pêdiviyan bi rêya sînor û deriyên neqanûnî, hêsan kiriye.”

Ji Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd El Xelûf ji ajansa me re diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Dêrazorê erka xwe bi cih tînin û wan diparêzin. El Xelûf diyar kir ku wan xebatên ewlekariyê xurt kirine, hejmara endaman li nêzî deriyên sînor zêde kiriye, kesên ku têne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontrol dikin û rojane dewriyeyan bi rê ve dibin.

El Xelûf her wiha got: "Hêzên me di nava 4 mehên borî de gelek operasyon li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn, di encamê de gelek çete û serkirdeyên ku bi salan veşartî bûn û bi aliyên derve ve girêdayî bûn, hatin girtin.”

Di 7’ê Gulanê de navandeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Dêrazorê rastî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatibû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku wan bersiva wan êrişan daye.

El Xelûf di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kantona Dêrazorê kir ku bi hêzên ewlekariyê re hevkariyê bikin da ku êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê asteng bikin. El Xelûf xwest şêniyên herêmê der barê her tevgerke biguman de agahiyê bidin hêzên ewlekariyê.

(k)

ANHA