Malbatên şehîdan: Nabe Rêbertî ji mafê hêviyê bê par be

Malbatên şehîdan bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna aştiyê û parastina mafên gelan de û got ew bi biryar in azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Malbatên şehîdan: Nabe Rêbertî ji mafê hêviyê bê par be
13 gulan, 2025   06:15
HELEB

Malbatên şehîdan ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vegot.

Dayika gerîlayê HPG’ê Kemal (Elî Mihemed Ereb) ku sala 1998’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, Horiye Muslim Hisên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Divê dewleta Tirk a dagirker rêberê me yê ji bo aştiyê berdêlên mezin daye, azad bike. Rêber Apo rêberê gelekî ye, ala dozeke mirovî ya adilane hilgirtiye. Lew ra nabe Rêbertî ji mafê hêviyê bê par were hiştin."

Dayika şehîd Botan ku sala 2018’an di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûye, Hêvîn Şêxo anî ziman ku xwîna şehîdan wê vala neçe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê bi keda şehîdan azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin, bi keda wan wê welatê me azad bibe û em ê mafên xwe yên rewa bistînin."

Hêvîn Şêxo her wiha got: "26 sal e dewleta Tirk a dagirker rêberê me di Îmraliyê de ragirtiye. Divê dewleta Tirk dest ji vê zihniyeta xwe ya çewsîner berde, divê maf û nasnameya kurdî nas bike û tavilê Rêbertî azad bike. Ji bo şer û nakokiyên li ser nasnameyê bi dawî bibin û pêvajoyeke nû ya jiyana hevebeş û demokratîkirina civakan dest pê bike, divê ramanên Rêbertî werin pêkanîn."

Bavê gerîlayê HPG’ê Zinar (Ebdulla Reşko) ku di sala 1982’yan de li herêma Botanê şehîd bûye, Mihyedîn Abdullah bi bîr xist ku demeke dirêj pergaleke giran a îşkenceyê li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û got, Rêber Abdullah Ocalan ji bo mafên gelê xwe û nasnameya wî têkoşînê dike.

Mihyedîn Ebdullah di dawiya axaftina de anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê ronî kir û xwest ku azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn. Her wiha got: "Mayîna wî li girtîgehê tê wateya berdewama bêparhiştina me ji azadiyê, ji ber ku azadiya wî azadiya me ye.”

(bb)

ANHA