Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên DAIŞˋê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên vê dawiyê yên şaneyên terorîst ên DAIŞˋê de daxuyaniyek da û got, "Hêzên me wê hemû hêza xwe ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê bixebitînin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên DAIŞˋê daxuyanî da
22 kanûn, 2024   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên şaneyên DAIŞˋê daxuyaniyeke nivîskî da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Êrişên dewleta Tirk a dagirkerî li ser herêmên me, bi taybet li dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê didomîne.  Ev êrişên binkeftî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi lehengî bi piştgiriya gelê me bersiva wan didin, rê li ber şaneyên terorîst ên DAIŞˋê vedikin ku êrişên xwe li herêmê ji nû ve aktîv bikin. Ji ber ku ev şane hewl didin bi rêya êrişên navxweyî yên li ser rêbendên me yên ewlehiyê piştgirî bidin van êrişan.

 Di vê çarçoveyê de li bajarokê Sebhe yê gundewarê Dêrezorê şaneyên DAIŞˋê rêbendeke kontrolê ya hêzên me kir armanc. Lê belê hişyariya hêzên me ev hewldan pûç kirin û li herêmê dest bi taqîkirin û paqijkirinê kirin.  Ev êriş piştî çend demjimêran ji hedefgirtina rêbenda kontrolê ya Wadî El Remlê ya li El Erîşa ya li gundewarê başûrê Hesekê pêk hat. Her wiha hedefgirtinên ku şaneyên terosrîst pêk tînin gihişte bajarê Reqayê jî ku herî dawî rêbenda Camîa ya li herêma Kesratê hedef girtibûn .

 Em weke Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gelê xwe re piştrast dikin ku kiryarên bi vî rengî yên tirsonek dê me ji berdewamkirina têkoşînê û parastina xaka xwe bi dûr nexe.  Hêzên me wê bibin mertala parastinê ku aramî û ewlehiya herêmên biparêze û dê hemû hêza xwe ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê bixebitînin."

(fr)