NYˋyê daxwaz kir ku delîlên têkildarî sûcên li Sûriyeyê kom bike

Lêpirsînerên NY'ê destûr xwest ku dest bi komkirina delîlên li ser sûcên ji destpêka krîza Sûriyeyê de hatine kirin, bikin.

NYˋyê daxwaz kir ku delîlên têkildarî sûcên li Sûriyeyê kom bike
23 kanûn, 2024   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê lêpirsînerên Neteweyên Yekbûyî (NY) Robert Boti da zanîn ku wan ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê destûr xwest ku ew dest bi xebata xwe ya komkirina delîlên sûcên li Sûriyeyê hatine kirin, bike.

Berê, hikumeta Şamê rê nedida tîma lêpirsîneran ku derbasî Sûriyeyê bibin û karê xwe bike.

Boti diyar kir ku li Sûriyeyê delîl têra xwe hene ku wan kesên sûc kirine, darizînin. Lê ji bo parastina delîlan pêwîstî bi hevkariya hemû aliyan heye.

(mh/fr)