Rêveberiya Xweser xizmetan pêşkêşî Dêr Hafir, Dibsî û Meskene dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xizmetan pêşkêşî bajarên Dêr Hafir, Dibsî û Meskene dike û hewl dide aramiyê li van deveran mîsoger bike.

Rêveberiya Xweser xizmetan pêşkêşî Dêr Hafir, Dibsî û Meskene dike
5 ÇILE, 2025   10:21
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê bi armanca jinûve aktîvkirina saziyên xizmetguzariyê civîn ji şêniyên bajarokên Dêr Hafir, Dibsî û Meskeneyê li dar xistin. Ji bo nîqaşkirina rêbazên aktîvkirina van saziyan jî bi karmendên saziyên rejîma berê ya Baasê re civiya. Di encama van civînan de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê xizmetên bingehîn wekî sotemenî û ard pêşkêş kirin û firine ji nû ve xebitandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn mîna ard û sotemeniya germkirinê û veguhastinê ji şêniyan re, em bi lez ketin nava tevgerê.”

El Omer diyar kir ku ji bo nirxandina rewşa xizmetguzariyê ew hewl didin bi şênî û rûspiyên herêmê re bicivin û got: " Desteyên Rêveberiya Xweser serdana herêmê kir, têkildarî rewşa van herêman rapor amade kirin."

El Omer bi bîr xist ku ev herêm ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû paşguhkirin û hêmanên jiyanê tune bûn.

El Omer da zanîn ku ew bi karmendên saziyên herêmê re civiyane, ji bo ku valahiya derketiye dagirin û saziyên tenduristiyê, perwerde, firin, şaredarî û gelek saziyên ximzetguzariyê ji nû ve bixebitînin û xizmetan ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer di dawiyê de got: "Rêveberiya Xweser bi awayekî demkî şaredarî û firin xebitandin. Niha hewl dide bi rêya tîmên pispor, stasyonên avdanê ji nû ve bixebitîne, ji ber ku herêmên Dibsî, Dêr Hafir û Meskene herêmên çandiniyê ne."

(şx/k)

ANHA