Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyona me bi serkeftî bi dawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku operasyona li bajarê Şedadê û Erîşe û gundên derdorê, bi serkeftî bi dawî bûye ku li ser bangewaziya şêniyan û rûspiyan pêk hatibû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyona me bi serkeftî bi dawî bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyona me bi serkeftî bi dawî bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyona me bi serkeftî bi dawî bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyona me bi serkeftî bi dawî bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyona me bi serkeftî bi dawî bû
8 cotmeh, 2024   10:48
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tîmên xwe yên pispor ên Hêzên Antîterorê (HAT), Têkoşîna li dijî Narkotîkê û hêzên operasyonan, duh operasyonek li başûrê Hesekê li dar xist.

Li gorî agahiyên nûçegihanên me yên operasyon dişopand dane, di operasyona li bajarê Erîşe û Şedadê de 54 kes hatine destgîrkirin ku destê wan di gelek sûcan de heye.

Li gorî Mehmûd El Hesen hêzên ewlekariyê li ser daxwaz û bangewaziyan şêniyên herêmê û rûspiyên bajarê Şedadê ev operasyon li dar xistiye.

El Hesen aşkera kir ku hêzê di operasyonê de 54 kes destgîr kirine ku destê wan di diziyê û şêlandinê de heye. Her wiha miqdarên mezin ên çekên takekesî, bombe, amûrên bêtêlê, desteser kirine. El Hesen diyar kir ku ji tiştên bi van kesan re hatine desteserkirin, "xetereya wan diyar dibe".

El Hesen spasiya şêniyên Şedadê jî kir ku bi wan re hevkar bûn û destnîşan kir ku şênî amade bûn bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin ji ber ku bûyerên şêlandinê û diziyê di vê dawiyê de zêde bûbûn.

El Hesen wiha domand: "Endamekî me di vê dawiyê de şehîd bû. Em nahêlin tu şane xwe li herêmên me bi rêxistin bikin. Em careke din soz didin şehîdên xwe, li ser karê xwe bin, baldar bin û hesabê ji kesên dibin sedema şehîdbûna wan, bipirsin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 27`ê Îlonê aşkera kiribû ku endamên wê Omer Abid, Omran El Hesûnî û Merwan Oso di êrişa şaneyên DAIŞ`ê ya li dijî erebeya wan a li ser rêya di navbera bajarê Holê û Şedadê de dema diçûn karê xwe, şehîd bûne.

(şx)

ANHA