Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di encama krîza dil de li Qamişloyê şehîd bûye, aşkera kir û soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna ewlehî û îstîqrarê da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
26 hezîran, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di encama krîza dil de li Qamişloyê şehîd bûye, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xemgînî û êşeke mezin nasnameya endamê xwe şehîd Ebduselam Ehmed ê ku roja sêşemê di encama krîza dil de li Qamişloyê şehîd bûye, radigihînin.

Şehîd Ebduselam Ehmed di karê xwe de mînaka wefadarî û dîsîplînê bû. Jiyana xwe kir xizmeta civak û gelê xwe. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelê xwe ku li ser şopa şehîdên xwe heta pêkanîna îstîqrar û ewlehiyê ji bo gel û welatê me, bimeşin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîdên xwe yên ku ji bo ewlehî û aramiya civaka xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em diyar dikin ku fedakariyên wan dê wekî roniyekê ji bo pêkanîna performans û erka me ya pîroz, bimîne."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Ebduselam Ehmed
Navê dayikê: Şemsa
Navê bavê: Îbrahîm.
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kiwêtana Kevn
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo, 1 Tebax 2014’an
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 24 Hezîran 2025’an

(fr)