Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin nasnameya şehîdekê aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endameke wan Pelşîn Qamişlo şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin nasnameya şehîdekê aşkera kir
12 kanûn, 2024   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endameke wan şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew bi serbilindî agahiya şehadeta endameke xwe ya leheng şehîd Mizgîn Kurdo radigihînin.

Her wiha di daxuyaniyê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hewlda têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê êrişeke hovane li dijî Minbicê pêk anî. Di bersivdana êrişên dijmin de hevrê Mizgîn Kurdo gihaşt asta şehadetê.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Pelşîn Qamişlo

Nav û paşnav: Mizgîn Kurdo

Navê dayikê: Macîde

Nav bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Heleb-1999

Cih û dîroka tevlêbûnê: 13-09-2022

Cih û dîroka şehadetê: Minbicê-08.12.2024ˋan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê dide malbata şehîd Mizgîn û hevrêyên wê û tevahî gelê wê û soza dewamkirina têkoşînê didin.

(fr)