Heybet Helbûsî bû serokê parlamentoya Iraqê

Heybet Helbûsî wek namzetê Encûmena Siyasî ya Nîştimanî ya Sunniyan, di dengdana li parlamentoyê de bi bidestxistina 208 dengan, bû serokê nû yê parlamentoya Iraqê.

Heybet Helbûsî bû serokê parlamentoya Iraqê
29 kanûn, 2025   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di yekemîn civîna Dema Şeşemîn a Parlamentoya Iraqê, piştî ku parlamenteran sonda yasayî xwarin, dengdana ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoya Iraqê hat kirin. Heybet Helbûsî di dengdana parlamentoyê de, ji 309 dengên parlamenterên di rûniştinê de amade, 208 deng bi dest xistin, bû serokê nû yê parlamentoyê.

Di dengdanê de parlamenter Salim Îsa yê ji Lîsteya Serwerî tenê 66 deng, Emar Ebdulcebar ê ji Fraksiyona Faw-Zaxo 9 deng bidest xistin. 26 deng jî di dengdanê de şewitîn. Beriya dengdanê, Musenna Samerayî xwe ji pêşbirka hilbijartina serokê parlamentoyê vekişand.

Heybet Hemed Ebas Helbûsî di sala 1980’yê de li parêzgeha Enbarê ji dayik bû. Helbûsî di beşa zanistên siyasî de xwedî bawernameya masterê ye ku wek endamekê diyar yê Partiya Teqedûm tê naskirin.