ˋBi 2 dronan kamyonek li herêma Şiqeyêf a Helebê hat hedefgirtinˊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb diyar kir ku 2 dronên xwekuj kamyonek li herêma Şiqeyêf a bi ser Şêxmeqsûdê ya Helebê ve hedef girt. Hêzan anî ziman ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa van binpêkirinan e.

ˋBi 2 dronan kamyonek li herêma Şiqeyêf a Helebê hat hedefgirtinˊ
29 kanûn, 2025   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê diyar kir ku 2 dronên xwekuj kamyone li herêma Şiqeyêf a Helebê bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb radigihînin ku di danê nîvro de 2 dronên xwekujî kamyonek sivîl li taxa Şiqeyêf hedef girt. Di encamê de zirarên madî bi kamyonê bûn.

Ji dema ragihandina agirbestê ve, gelek binpêkirin ji hêla komên girêdayî Wezareta Parastinê Demkî ve hatin kirin. Vê jî jiyana sivîlan, ewlehî û aştiya wan, nexasim li herêmên niştecihan, xist xeteriyê.

Em pabendî peymana agirbestê ne û van binpêkirinên li dijî peymanan red dikin. Ev binpêkirin hewlên parastina ewlehî û aramiyê li herêmê têk dibin.

Hikumeta Demkî berpirsa van binpêkirinan û bandorên wê yên ewlehî û mirovî ye, em tedbîrên guncaw ên parastina sivîlan û misogeriya nedubarebûna van binpêkirinan pêk tînin."

(fr)