Deriyek din ê debarê: Rezên tirî

Rezên tirî hem dimenek xweş didin û pêdiviyên wan pêşwazî dikin, hem jî, berhemên wan ji bo tevahî kantonên herêmê tên şandin.

Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
Deriyek din ê debarê: Rezên tirî
2 îlon, 2024   05:35
REQA
ENES MIHEMED- RÊNAD EL ELÎ

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rezên tirî (baxên tirî) cihekî girîng di aboriya xwecihî digirin. 

Yek ji van deveran herêma Tebqa û Reqa ku bi hewaya xwe ya guncaw, av û axa xwe ya biber tên zanîn e. Baxên tirî yên li van deveran hem pêdiviyên malbatan pêşwazî dikin, hem jî berhemên wan ji bo herêmên din tên şandin. 

Cotkarê bi navê Ebdulbasit El Îbrahîm ê ji bajaroka Kisrat a kantona Reqayê diyar kir ku rezên tirî li herêmê çandeke kevin e, li pêşiya her malekê darek dirî heye û bi demê re veguherî projeyên berhemdayînê yên mezin.

El Îbrahîm diyar kir ku ji zêdetirî 20 salan ve projeyên rezan li kantona Reqayê hene û wiha domand: "Di salên dawî de çandina darên rezan pêş ket. Berhemên daran têra kantonê dike û derdixin tevahî kantonên herêmê."

Li kantonên Tebqa û Reqayê donimeke darên rezan 4-6 ton tirî berhem dide û her kîloyek di navbera 4-6 hezar lîreyên Sûriyeyê de tê firotin.

Li Tebqa û Reqayê du cûreyên tirî; yê sor ê şîrîn û yê şamî yê zer hebûn. Lê niha cûreyên din tên çandin.

Îbrahîm El Ehmed endazyarekî çandiniyê ji bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê li 14 donim erdî 60 darên tirî yê  şamî yê spî, tirkî sor, tiriyê şêrîn û moskata yê îtalî çandiye.

Endazyar El Ehmed anî ziman ku cûreyên tilîyên qiralîçe, horanî û moskata ya îtalî nû li herêmê tên çandin û pêşxistin.

El Ehmed destnîşan kir ku ji bo çandina darên rezan pêwîstî bi cotkirina daîmî û reşandina semad û dermanan heye.

Endazyar Îbrahîm El Ehmed îşaret pê kir ku îsal nexweşî li darên rezan neketin, lew ra hilbirîna berhem baş e. El Ehmed bi bîr xist ku par de nexweşiyên wekî kurmbûn û spîbûna pelan (Powdery mildew) piraniya darên rezan dabûn ber xwe.

(bb)

ANHA