Hewldaneke revê ya ji kampa Holê hate têkbirin

Duh bi şev komeke jinên girêdayî DAIŞ`ê li kampa Holê hewl da birevin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana revê têk bir.

Hewldaneke revê ya ji kampa Holê hate têkbirin
11 kanûn, 2025   14:57
HESEKE

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampa Holê ya li başûrê bajarê Hesekê, hewldaneke reva jinên girêdayî DAIŞ`ê yên ji neteweyên cuda yên biyanî ji beşa koçberan, têk bir.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêveberiya kampa Holê ve hatine dayîn, hewldana reva bi rêya qaçaxçiyan, roja Çarşemê derengiya şevê pêk hatiye ku xwestine ji hewayê bimij sûdê wergirin.

Rêveberiya kampê da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana revê têk bir û di encamê de 18 kes hatin girtin.

(k)