Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist

Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist, civîn bi plansazî û biryaran bi dawî bû.

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist
11 kanûn, 2025   15:55
DÊRAZORÊ

Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê îro civîna xwe ya 6 mehan li Hola Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya li herêma El Meamel li dar xist.

Endamên kombûnê nûnerên rêxistin û meclisên jinan û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Dêrazorê tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan, ji hêla rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê Xîtam El Hisên ve hate xwendin.

Piştre, şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê Mizgîn Ehmed, rewşa siyasî nirxand.

Di civînê de rapora rêxistinî ya kombûnê hate xwendin û hêla beşdaran ve bi berfirehî hat nirxandin.

Piştî gotûbêj û nirxandinan, civîn bi danîna plansaziya dema pêş û çend pêşniyaran bi dawî bû, ji wan, zêdekirina têkoşîna jinan, têkoşîna li dijî her cure tundiya li dijî jinan û berfirehkirina çarçoveya xebatê li hundirê Sûriyeyê.

(k)