Hevserokên PYD’ê yên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin

Di kongreya 3’yemîn a PYD’yê ya Kantona Cizîrê de Mihemed Ebdulrehîm û Îlhan Murad wek hevserok hatin hilbijartin.

 Hevserokên PYD’ê yên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin
13 tebax 2024   13:24
QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 3’yemîn kongreya xwe ya Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo, bi dirûşmeya “Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokrat û azad e” bi beşdariya 350 delegeyên ji hemû bajar û bajarokên kantonê lidar xist. 

Kongreya duh hat lidarxistin û piştî axaftina Hevseroka Giştî Asya Abdullah ji ragihandinê re girtî dom kir, di saetên êvarê de bi dawî bû.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya PYD’ê dane, piştî axaftina Asya Abdullah, raporên xebatê yên 2 salan ên Kantona Cizîrê û Meclisa Jinan a PYD’ê ya Cizîrê hatin xwendin. Li ser raporan nirxandin hatin kirin û hatin erêkirin.

Di kongreyê de li gel xwendina peyaman, têkildarî xebatan rexne-rexnedayîn hatin pêşxistin û ji bo dema pêş pêşniyar hatin kirin, plansazî hat derxistin.

Di dawiya kongereyê de ji bo diyarkirina hevserokên nû hilbijartin pêk hat û Mihemed Ebdulrehîm û Îlhan Murad wek hevserokên nû yên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin.

(bm/a)

ANHA