Hevseroka MSDˊê: Divê ewlehiya koçberên, mal û milkên wan bên parastin

Hevseroka MSDˊê diyar kir ku di çarçoveya misogerkirina ewlehî, rûmeta şêniyan û vegerandina mal-milkên wan de pêwîst e hemû koçberan vegerin û hişyarî da ku her binpêkirinek li dijî kesên ku di koma yekem a koçberên ji Efrîn vedigerin de dikare wê bandorek neyînî li ser pêkanîna peymanê bike.

Hevseroka MSDˊê: Divê ewlehiya koçberên, mal û milkên wan bên parastin
10 adar, 2026   06:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Duh (9 Adar 2026), di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, karwana yekemîn a koçberên Efrînê ber bi herêmên xwe ve ketin rê.

Li cihê birêketina karwanê bi sedan şênî, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî kom bûn ku malbatan oxir bikin.

Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman a ku di xatirxwestina malbatan de amade bûbû, kêfxweşiya xwe ji bo vegera koçberên Efrînê ji bo warên wan ku 8 salên di koçberiyê de ne anî ziman. Leyla got li gel êşên salên dirêj ên koçberiyê kêfxweşiyê xwe li ser rûyê koçberan dabû der.

Leyla anî ziman ku vegera koçberan yek ji bendên peymana 29ˊê Çileyê ye û destnîşan kir ku ev dosya di her civînên berê dihatin lidarxistin de hebû, ji ber ku di pêkanîna aramiya herêmê û tevahî Sûriyeyê de xwedî cihekî girîng bû.

Di berdewama axaftina xwe de Leyla da zanîn ku vegera koçberan li warên wan gaveke erênî ye, lê pêwîst e ev yek di çarçoveya vegera ewle de ku rûmeta şêniyan biparêze, vegerandina mal-milkên wan werin misogerkirin û rastî astengî û gefan neyên de be û hişyarî li ser binpêkirinan de ku wê bandorek neyînî li bicihanîna bendên peymanê bike.

Leyla bal kişand ser ku divê bi vê gavê re gavên din jî werin avêtin da ku koçberên din ên Sûriyeyî bikaribin vegerin herêmên xwe di nav de jî koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir.

Leyla Qereman destnîşan kir ku wê bi vegera koçberan re aramî were xurtkirin, jinûve tamîkirin pêk bê û bawerî di nava pêkhateyên de çêbibe.

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka MSDˊê Leyla Qereman got bêyî vegera tevahî koçberan li mal û milkên xwe yên resen pêkanîna aramiya rastîn a welat çênabe û ev mafek e divê were parastin û ji bo tevahî Sûriyeyiyan li hundir û derve xebat werin kirin.

Koma yekemîn a ji 400 malbat ku nêzî 3 hezar kes e pêk hat, ji Hesekê ber bi Efrînê ve kete rê. Ew kom di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re ber bi Efrînê ve çûn. Karwana koma yekem ji sedan erebeyên wan û bi dehan basên ku Meclisa Koçberên Efrîn-Şehba û Saziya Parastina Sivîl a Sûriyeyê ji bo veguhastian malbatan amade kiribûn pêk hat.

Proseya birêketina Karwanê koçberan bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikumetê yên girêdayî vê dosyayê pêk hat.

(fr)

ANHA