Hevseroka Meclisa Eyn Îsayê: Divê desthilata Şamê sozên xwe bi cih bîne

Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê banga pêkanîna bendên peymana di navbera desthilata Şamê û QSD’ê de ya têkildarî vegera ewle ya koçberan kir.

Hevseroka Meclisa Eyn Îsayê: Divê desthilata Şamê sozên xwe bi cih bîne
28 adar, 2025   05:06
EYN ÎSA

Fermandarê giştî yê QSD’ê û serokê desthilata demkî ya Şamê 10’ê Adarê peymanek îmze kirin. Vegera koçberan a li warên xwe jî di peymanê de cih girtibû.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê Ayat El Ebdullah ji desthilata Şamê xwest sozên xwe yên ji bo vegera koçberan a li warên wan, bi cih bîne.

Ayat El Ebdullah got: "Niha peymaneke fermî di navbera desthilata Şamê û QSD’ê de heye. Ji bendên wê peymanê, mafê vegera dilxwaz û ewle ya koçberên ji ber dagirkeriyê li warê xwe heye. Ev peyman dive bibe bingeha qanûnî ya vegera ewle ya koçberan. 7 hezar koçberên niha li kampa Girê Spî dimînin."

Ayat El Ebdullah di dewama axaftina xwe de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek astengiya li pêşiya vegera koçberan destnîşan kir û wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze hebûna xwe ya nerewa li ser xaka Sûriyeyê bidomîne, siyaseta guhertina demografî û tirkkirinê pêk bîne da ku dagirkeriya xwe ya li herêmên me heya demeke dirêj mîsoger bike.”

Ayat El Ebdullah destnîşan kir ku hebûna baregehên leşkerî ya Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî astengiya herî mezin a li pêşiya vegera koçberan e.

Hevseroka Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ku kampa Girê Spî bi rê ve dibe, ji desthilata Şamê xwest sozên xwe bi cih bîne û bendên peymana bi QSD’ê re pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di encama êrişên xwe yên dagirkirinê de ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dabûn destpêkirin, bajarê Girê Spî û beşeke mezin a gundewarê wê dagir kirin. Di encamê de zêdetirî 100 hezar kes koçberî Eyn Îsa, Tebqa û Reqayê bûn. Ji wan 7 hezar li kampa Girê Spî dimînin.

(bb)