Hevsengiyên nû… dibe ku şerê Îsraîl-Îranê dubere bibe

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de hevsengiyên nû derxistin holê. Wî şerî rêyên nû yên pevçûna di navbera her du aliyan de vekirine ku dibe bi awayekî bibandortir dubare bibe.

Hevsengiyên nû… dibe ku şerê Îsraîl-Îranê dubere bibe
2 tîrmeh, 2025   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerê Îran-Îsraîlê ku wekî "Şerê 12 Rojan" tê naskirin, di sibeha 13`ê Hezîrana 2025’an de dest pê kir, dema ku Îsraîlê "Operasyona Şêrê Bilindbûyî" dest pê kir û êrişên hewayî yên dijwar li ser bi dehan deverên Îranê pêk anîn; cihên sereke yên nukleerî, baregehên leşkerî û taxên niştecihbûnê yên ku fermandarên leşkerî û zanyarên nukleerî lê dijîn.

Di êvara heman rojê de, Îranê bi "Operasyona Soza Rastîn 3" bersiv da, bi moşekên balîstîk û dronan cihên leşkerî, îstîxbaratî û niştecihbûnê yên di hundirê Îsraîlê de bombebaran kirin. Ev gurbûna ji nişka ve pirsên der barê sedemên rastîn ên ku Îsraîl û Amerîkayê ber bi vî şerî ve birin, encamên şer ji bo her du aliyan û herêmê û sedemên rawestandina şer derxistine holê.

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman dibêje ku çend sedemên destpêkirina şerê di navbera Tel Aviv û Tehranê de hene. Ya yekem; eger ne tunekirin be, kêmkirina hêza nukleerî ya Îranê ye ku dê êrişî dezgehên nukleerî bikin da ku zirer lê bibe û Îran nikaribe di demeke zû de bombeyên nukleerî peyda bike.

Sedema duyemîn sînordarkirina bernameyên wê yên moşekên balîstîk û dronan e.

Silêman diyar kir ku sedema sêyemîn ew e bi rêya lêdana balafirgehên leşkerî, depoyên mûşekan û dezghehên parastinê yên hesas, hêza leşkerî ya kevneşopî ya Îranê qels bike û di encamê de rejîma Îranê qels bike.

Armanca dawîn jî ew e ku li şûna hilweşandina rejîmê, wê lawaz bike, bi rêya lêxistina kesayetên rêberiyê yên bi bandor ên nêzîkî Rêberê Bilind.

Der barê bandorên şer de, Silêman destnîşan kir ku şer bi awayekî bi bandor rejîma Îranê lawaz kir û beşek girîng ji hêzên wê yên leşkerî hilweşand, lê di heman demê de şer Îsraîl jî westand.

Hanî Silêman wiha pê de çû: "Her çiqas êrişên Îsraîlê li ser Îranê bandoreke giran kir jî, lê em ji bîr nekin ku bandora êrişên Îranê jî li ser Îsraîlê ne kêm bû, wan êrişa hevsendiyên nû yên pevçûnê danîn ku berê tunebûn. Ev nîşan bide ku dibe di siberojê de ev şer bi awayekî bi bondortir dubare bibe. "

Der barê sedemên rawestandina şer de Silêman di wê baweriyê de ye ku sedema diyarker ew e ku hemû alî bi tiştên pêk hatine razî bûn,lewma aliyekî ragihand ku ew gihîştiye armancên xwe.

Her wiha da zanîn ku berdewamkitina şer dê zêdetirî karîna her du aliyan bûya.

Silêman her wiha got: "Îran dê nikaribe bi awayekî vekirî li hember Amerîkayê rawest. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo lêdana dezgehên nukleerî kete nava şe û armanca xwe bi dest xist. Îsraîl nikare welatiyên xwe ji bo demek dirêjtir bihêle di bin êrişên mûşekan û di stargehan de bihêle.

Li gorî analîzan, her wiha li gorî lêkolînerê karûbarên Îranê Hanî Silêman, dê di siberojê de rewşeke ne aram hebe, ji ber ku hevsengiyên nû yên peçûnê derketin holê. Hem Îsraîl û hem jî Îranê ev şer ji bo bidestxistina armancên xwe bikar anîne, û dibe ku di siberojê de her dalî dîse hewl bidin têkevin nava pevçûnê.

Her wiha hevsengiyên heyî dibe ku herêmê ber bi pevçûn û arîşeyên mezintir ve bibe.

(k)

ANHA