Rûsya: 40 dronên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şevê din 40 dronên Ukraynayê xistine.

Rûsya: 40 dronên Ukraynayê hatin xistin
10 ÇILE, 2025   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsya di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî şeva borî 40 balafirên bê mirov ên Ukraynayê xistine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dron li herêmên Rostovê, Kursk, Voronezhê, Bryansk, Krasnodar, Belgorodê û Behra Azovê hatin îmhakirin.

(bb)