Hevrê Riza kesayetê duyemîn ê Kemal Pîr e - DURAN KALKAN

Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû.

Hevrê Riza kesayetê duyemîn ê Kemal Pîr e - DURAN KALKAN
8 hezîran, 2025   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Weke Tevger û gel em di meheke nû ya Gulanê-Şehîdan de ne. Em di salvegera 48’an a şehadeta şehîdê xwe yê mezin ê destpêkê, yê ku buyî ruhê veşartî yê Rêber Apo Hevrê Hakî Karer de ne. Bi vê wesîleyê di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên me yên meha Gulanê, dîsa şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.

Bi rastî jî Gulan heq dike bibe meha şehîdan. Di her roja wê de şehadeta bi dehan şoreşgerên mezin heye. Meheke ku bûye şahide têkoşînên herî mezin ên dîrokê. 2’yê Gulanê şehadeta hevrê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn heye. 6’ê Gulanê salvegera şehadeta Denîz Gezmîş, Yusuf Alan û Huseyîn Înan heye. 9’ê Gulanê salvegera şehadeta Şirîn Elemhulî û hevalên wê ye. 11’ê Gulanê salvegera şehadeta hevrê Hozan Mizgîn e. 16’ê Gulanê Komkujiya Hewlêrê heye. Rojeke ku zêdeyî 70 milîtanên azadiyê yên di pêşengiya hevrê Hêlîn û Salih de hatin qetilkirin, hatin şehîdxistin. 17’ê Gulanê roja şehadetê ya Ferhat Kurtay û Çaran e. 18’ê Gulanê roja şehadetê ya şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer û dîsa ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê roja şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya ye. 19’ê Gulanê roja şehadetê ya Hevrê Halîl Çavgun e. 25’ê Gulanê roja şehadetê ya hevrê Ahmet Kesîp e. 31’ê Gulanê roja şehadetê ya Sînan Cemgîl û hevalên wî ye. Evane yên ku min karine bînim ziman in. Helbet hem di van rojan de bi dehan milîtanên şehîd hene ku navê wan nehatine bîranîn û hem jî di her roja Gulanê de berxwedan û şehîdên di berdêla wê de hene. Divê ev şehîd hemû her tim bên bîranîn. Tevgera me ya Azadiyê vale vale meha Gulanê weke ‘Meha Şehîdan’ îlan nekir. Rêber Apo vale vale ji meha Gulanê re negot, ‘Meha Şehîdan’. Ji 18’ê Gulanê re vale vale negot ‘Roja Şehîdan’. Şehîd, paşeroj îro û pêşeroja me ne. Şehîd garantiya serketina me ya pêşeroja azad e. Rêber Apo got, ‘Gel bi qasî xwe rêxistin bike, heye’. Yên ku herî zêde gel perwerde kirin û rêxistin kirin, bi Rêber Apo re şehîdên me yên leheng in.

Ev qasî têkoşîna mezin a 52 salan timî wisa bû. Rêber Apo piştî şehadeta şoreşgerên pêşeng ji bo xwedî derketina li bîranînên wan, pêngava Newroza 1973’yan avêt. Piştî wê jî 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê bi şehîdbûna Hakî Karer re karwanê şehîdan a ku pêşengiyê ji Têkoşîna Azadiyê re dike, bi rê ket û heya roja me ya îro hat. Ji Zap, Metîna û heya hemû şehîdên berxwedana fedayî yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, heya keç û xortên leheng ev artêşa şehîdan meşiya, gelê Kurd ava kir, azadiya Kurdan teqez kir, mîrateyeke pir mezin hişt. Îro ev mîrate dibe mîrateyeke pir xurt a ku ti êrîş nikarin tune bikin û ji her cure pêşketina azadî û demokratîk re zemînê çêbike. Gelê Kurd, jin û ciwan li ser vê yekê dimeşin, doza azadiyê li ser vê yekê dimeşin. Şehîdên me her tim pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin, rê nîşan didin. Her tim û li her dere çavkaniya hêza herî esas a welatparêzên şoreşger ava dike.

Di vê meha şehîdan de me Kongreya 12’an a PKK’ê lidar xist, di vê kongreyê de tevgera me ji damezrînerên PKK’ê ji du hevrêyên ewilî yên Rêber Apo, şehadeta du şoreşgerên din ên mezin îlan kir. Yek ji wan ê li civîna Bendava Çubukê beşdar bûyî, ji endamên destpêkê yên Koma Apoyî Fuat yanî hevrê Alî Haydar Kaytan. Yê din jî hevrê Riza Altûn ê ku ji sala 1975’an û vir ve di nava Koma Apoyî de cih digire, li her qadê têkoşîn meşand û bû afirênerê pêşeng ê geşedanan. Destpêkê ez hevrê Fuat û Riza di meha şehîdan Gulanê de bi hesret, hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez dubare soz didim ku em ê armancên wan bi ser bixînin û bîranînên wan bidin jiyîn.

Hevrê Fuat û Riza di dîrokên cuda de şehîd bûn. Heval Fuat 3’yê Tîrmeha 2018’an li Garê şehîd bû. Disa heval Riza piştî salekê di 25’ê Îlona 2019’an de li derdora Qendîlê şehîd bû. Her çendî ku wiha di demên cuda de û li qadên cuda şehîd bûne jî, ev hevrê jî di meha şehîdan Gulanê de hatin îlankirin. Di warekî de tevlî karwanê şehîdên Gulanê bûn. Bûn şehîdên meha Şehîdan. Rêber Apo ji bo hevrê Egîd gotibû, ‘Şehîdê şehîdan’. Bi rastî jî pênaseya ‘Şehîdê şehîdan’ tam li heval Fuat û Riza jî tê. Taybetmendiya şehîdê şehîdan dihilgirin. Îlankirina wan di meha şehîdan Gulanê de vê rewşê hîn zêdetir destnîşan dike. Lewma di vê meha Gulanê de jin, ciwan, tevahî gelê me û dostên me wê bi hevrêyên destpêkê yên Hakî Karer heval Fuat û Riza re şehîdan bi bîr bînin. Jixwe her ji niha ve li her dere bîranînên mezin tên kirin, şîn tên danîn, civîn, axaftin û nirxandin tên kirin. Gotin û pratika şehîdên me pêşkêşî civakê tê kirin. Evane pir bi wate ne, pir giring û xebatên pir bi nirx in. Em bawer dikin ku wê di tevahiya meha Gulanê de jî dewam bike. Gelê me wê li ser xeta şehîdan div ê pêvajoya krîtîk de car din xwe berçav derbas bike, jinûve ava bike, lêpirsîna rexne-rexnedayînê pêk bîne. Wê taybetmendiyên pêvajoya nû fêm bikin û taybetmendiyên pêvajoya nû ya piştî Kongreya 12’an destpê kirî, rast fêm bikin û ji bo ku weke şoreşger û welatparêzên xurt beşdarî vê pêvajoyê bibin wê xwe amade bikin. Baweriya me ev e, banga me jî li ser vê esasê ye. Yên ku vê yekê bikin wê paşeroj û rastiya şehîdan rast fêm bikin û ji bo pêşerojê jî wê bi rengekî xurt xwe amade bikin. Wê bîranînên van şehîdên mezin bidin jiyîn, bîranînên bi ser bixînin û têkoşîna mezin derxin holê. Wê meşa azadiyê ya Apoyî li ser xeta serketinê bi gavên nû û bi biryardarî bidomînin. Tişta divê çêbibe, ev e. Nêzikatiya rast ev e. Nêzîkatiya rast a li hemberî Hakî, Fuat, Riza, Sara û Zîlanan teqez ev e. Em bawer dikin ku gelê me û dostên me jî wê bi temamî bi vê nêzîkatiyê tevbigerin.

RİZAYÊ CİWAN Ê MÎNA CİVAYÊ

Divê mirov kesayeta hevrê Riza pir baş danasîn bike. Piraniya ji me kesayeta Riza Altûn di 1992’yan de piştî ji zindanê derketî nas dike. Zindanan bi rastî jî hevrê pir guhertibûn. Hevrêyên ku di sala 1979-1980’an de ketin zindanê, dema di 1990 u 2000’an de ji zindanê derketin, me di hemûyan de guhertinên mezin dît. Mirovan vale vale naxin zindanê. Kenan Evren gotibû, “Ma em ê nehilawîsin, tîmar bikin!” Yanî mirovan vale vale naxin zindanê. Eger mirovan îdam nekin jî, ji bo çewisandinê û gelek guhertinan di wan de çêbikin wê yekê dikin. Pêkan e ku mirov di her hevrêyê de şopên vê yekê di asta pêş de bibîne. Lê tişta min çavdêr kirî, yek ji hevalên herî zêde hatî guhertin heval Riza bû. Dihat fêmkirin ku pir zorî lê kiribûn. Helbet me zanî ku li zindanên mêtinger-qirker çawa êşkence li wan hat kirin û rû bi rûyê çi mabûn. Em pir baş dizanin ku jiyana ji mirinê hîn girantir Rejîma Leşkerî ya Faşîst a 12’ê Îlonê bi van hevrêyan daye jiyankirin. Li ser wê esasê hevrê Riza; giran tevdigerî, pir bi tedbîr, kûr difikirî, zana, hesabên kûr kirin û bûbû kesayeteke pir gihiştî. Helbet ev gihiştîbûn li aliyekê bizanebûn û qezenckirina tecrübeye îfade dike, lê li aliyekê din jî şopên êşkenceyên kûr îfade dikir. Bi jiyankirinê jiyan fêm kiribû. Li Kurdistanê jiyan çiye? Zihniyet û siyaseta mêtinger-qirker, wê çi bike? Mirov li vê cîhanê çi bi serê mirov tîne? Evane dîtibûn. Di rastiyê de tişta jê re tê gotin mirovahî, di bin sîstema desthilatdariya heyî û dewletê de, li Kurdistana ku qirkirin lê tê meşandin dîtibû. Lê Rizayê beriya bikeve girtîgehê, Rizayek pir cuda bû. Rizayê Ciwan, Rizayekî ku li cihê xwe nedisekinî û mîna civayê bi tevger bû. Tuzluçayirê navê wî kiribû ‘Şîrket’. Malbata wî jî di nava derdora şoreşgeran de bû. Heta ku li dadgehê darizandin hatin kirin, ti kesê heval Riza weke ‘Riza Altûn’ nas nedikir. Ti kesê nedigot jî. Gelekan jî bi rastî navê wî ‘Şîrket’ hesab dikir. Li cihekî patronê Tuzluçayirê bû. Kesekî ewqasî bi bandor ê derdora şoreşger bû. Weke zanebûn, weke biryar, weke îrade, weke pratîk her tim pêşeng bû. Bi rastî jî xwedî kesayeteke mîna civayê bi tevger bû. Xwedî zekayeke welê bû ku di kêliyê de bersiv dida. Pir nedifikirî, bi lez biryar dida lê pir bi atîk tevdigerî. Cihekî ku hevrê Riza nekare bikevitê, qadeke ku nekare lê bimeşe, teqez nebû. Xwedî zanebûneke kûr, îrade û cesaretek mezin bû. Li hemberî sosyalizm, azadî û hebûna Kurd xwedî baweriyeke kûr bû. Piştî Rêber Apo nas kir, baweriya kûr a ji bo rastiya serketinê ya xeta Apoyî heval Fuat veguherand şoreşgerekî ku ji qadê direvî qadî, ji çalakiyê direvî çalakiyê, ji serketinê direvî serketinê. Yên berê jiyan kirine, vê rastiyê baş dizanin. Kêm jî be hevalên ku bi hev re jiyan kirine, xebitîne, van rewşan dizanin. Em hêvî dikin û bawer dikin ku wê bi hemû hûrgûliyan vê rastiyê vebêjin. Ew ê vê kesayetê deynin holê.

Me di kongreyê de digot, ‘kesayeta duyemîn a Kemal Pîr’. Rêber Apo timî digot, li gund ji wî re digotin ‘zarokê mîna civayê’. Anî ziman ku di wê demê de xwedî çêkereke herikbar û bi tevger bû. Kesayeta Kemal Pîr jî wisa bû. Her kes vê yekê dizane. Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayeta Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû.