Banga Aşitiyê û Pirsgirêka Kurd di ezmûnên zanîngeheke Misrê de

Pirsgirêka gelê Kurd û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan di ezmûnên Zanîngeha Damanhour a Misirê de cih girt. Ev yek dide nîşan ku lêgerîna der bar dozên azadiyê de zêde zêde bûye, her wiha nîşan dide ku doza Kurd li herêmê dozeke sereke ye.

Banga Aşitiyê û Pirsgirêka Kurd di ezmûnên zanîngeheke Misrê de
8 hezîran, 2025   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di ezmûnên dawiya salê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damanhour a Misirê de, bi taybetî di beşê "Pirsgirêkên Dîrokî yên Hemdem" ên ji bo xwendekarên Beşa Dîrokê, pirsên der barê pirsgirêka Kurd û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan cih girtin.

Di ezmûna îsal de geşedanên dawî yên pirsgirêka Kurd, bi taybetî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat dayîn, her wiha pirsgirêka Fîlîstînê û kesayetên navdar ên weke Nelson Mandeld, hatin pirsîn.

Di nav pirsên ezmûnan de pirsên der barê rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di vejandina doza kurdî de, êş û azarên kurdan ji ber siyaseta neteweperestiyê ya farisan û siyastên tirkkirin û erebkirinê li ser kurdan, hatin pirsîn. Her wiha statûya gelê kurd û rola ramyarî û siyasî ya rêber Abdullah Ocalan jî di nava pirsên ezmûnan de bûn.

Di azmûnê de her wiha mijarên tevgerê rizgarîxwaziyê li herêmê, wek doza Filistînê û kesayetiya Nelson Mandela û rola wî di rizgariya Afrîqayê de, hatin pirsîn.

derbaskirina van mijaran di azmûnan de, ku 400 xwendekar tevlê bûn, dide nîşan ku êdî lêgrîneke akademîk der barê dozen rewa yên herêmê de pêk tê, ev jî dibe alîkar ku hişmenidya xwendekaran der barê dîroka hemdem û tevgerên rizgarîxwaz de pêş bikeve.

(k)