Şêniyên ji Dêrazorê li dijî êrişan banga hevgirtinê kir

Şênî û rûspiyên êlên kantona Dêrazorê êriş û koçberkirina gelê Sûriyeyê şermezar kirin û ji bo parastina herêmê jî banga hevgirtinê kir.

Şêniyên ji Dêrazorê li dijî êrişan banga hevgirtinê kir
9 kanûn, 2024   03:10
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

 Di encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrîn-Şehbayê bi dehezaran şêniyan koçberî Herêma Rêveberiya Xweser hatin kirin.

Rûspiyên eşîrên kantona Dêrazorê êriş û koçberkirina şêniyan şermezar kir û banga piştevaniya bi QSDˈê û parastina herêmê re kir.

Ji rûspiyên bajarokê Baxozê Hewas El Casim êrişên çeteyan ên li dijî şêniyan şermezar kir û got: "Piraniya xaka Sûriyeyê di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe û planên parçekirina Sûriyeyê hene. Ji ber vê yekê divê em li dijî her êrişan yekitiya xwe çêbikin û li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bibin."

Yek ji rûspiyên bajarokê Şifa, Ebdullah El Fenar jî koçberkirina bi darê zorê ya xelkê li Efrîn û Helebê şermezar kir û got: "Em gel yek in, em ê nehêlin tu kes ewlehiya herêmê me xirab bike. Em amade ne xaka xwe biparêzin. Em ê nehêlin dagirker derbasî welatê me bibin. Em hewldanên kişandina herêmên me ber bi fitine û şeran ve red dikin."

Rûspiyê eşîra El Zayîd li bajarê Hecînê Ayîd El Zayîd anî ziman ku Sûriye hêjaye ku gel ji bo ewlehiya wê têkoşînê bike û fedakariyê bide û got: "Divê amrnaca me bidawîkirina şerean be. Şer dibe sedema wêraniyê."

El Zayîd sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyeyê şermezar kir û got, ew her dem û her zemanî bi QSDˈê re ne.

Welatiyê bi navê Mihemed El Ubeyd got ew li dijî koçberkirin û şeran e û anî ziman ku divê sûcên li dijî gelê Sûriyeyê tên kirin werin rawestandin.

Mihemed El Ubeyd di dawiyê de got: "Em dest ji erd û rûmeta xwe bernadin. Em bi hev re ne, em planên bi armanca jihevxistina welatê me red dikin. Em hewl didin yekitiya gelê xwe biparêzin. Li dijî êrişên li ser herêmê em ê li eniyên pêş bin."

(bb)

ANHA