Rejîma Îranê 18 sal ceza li 3 jinên xwepêşander birî

Rejîma Îranê 18 sal cezayê girtîgehê li sê jinên ku tevlî xwepêşandanan bibûn, birî.

 Rejîma Îranê 18 sal ceza li 3 jinên xwepêşander birî
28 gulan, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di nûçeyek xwe de eşkere kir ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên li Îranê bûne, cezayê girtîgehê li du xwişkên bi navê Tara Dawudî û Kîmya Dawudî birî.

Hatiye diyarkirin ku li Kîmya Dawudî 10 sal û li Tara Dawudî jî 6 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn û her du xwişk li beşa jinan a Girtîgeha Evîn de tên ragirtin.

Hatiye diyarkirin ku her du xwişk di dawiya meha Çile ya 2026’an de ji aliyê hêzên Supayê Pasdaran ve hatine binçavkirin û êşkecekirin.

Her wiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ji aliyê Şaxa 21’an a Dadgeha Tehranê ve bi tometa ‘kombûn û têkdana ewlehiya nîştimanî’ cezayê du sal girtîgehê li çalakvana sivîl Sîma Mezleqanî hat birîn.