Hêvîn Silêman: Hikumeta veguhêz ji binpêkirinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berpirsyar e

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman got hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji binpêkirinên ku li ser taxan bibin, berpirsyar e û da zanîn ku eger neçar bimînin, ew ê ji bo parastina xwe û şêniyên her du taxan li ber xwe bidin.

Hêvîn Silêman: Hikumeta veguhêz ji binpêkirinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berpirsyar e
13 tebax, 2025   14:17
HELEB

Li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di rojên dawîn de ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve binpêkirin çêbûn û di encamê 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hevîn Silêman der barê mijarê got: "Hin çekdar û komên berdayî ên girêdayî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundirîn yên Sûriyeyê, heta niha têkiliyên xwe bi dewleta dagirker a Tirkiyeyê re qut nekirine û li şûna wê rasterast fermanên wê pêk tînin."

Hêvîn Silêman diyar kir ku hefteya borî li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji aliyê van koman ve tevger û provokasyonên "nerewa" hatine kirin, wekî firandina dronên keşfê û yên biçek li ser her du taxan.

Hêvîn Silêman da zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê van binpêkirinan de berpirsyar e. Her wiha diyar kir ku dixwazin hemû arîşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin, lê eger neçar bimînin, ew ê bê dudilî taxan û şêniyan biparêzin.

‘EM XWEDÎ EZMÛNEKE DIRÊJ A PARASTINÊ NE’

Hêvîn Silêman aşkera kir ku eger pevçûn derkeve dê ne li gorî berjewendiya tu aliyekî be. Her wiha destnîşan kir ku ev komên çekdar bûne sedem ku hikumet li dijî sûriyeyiyên li peravê û Siwêdayê binpêkirinan bike.

Hêvîn Silêman wiha dewam kir: "Şêniyên her du taxan di pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî de xwedî ezmûneke dirêj in. Li hember her êrişekê em ê bê dudilî xwe biparêzin.”

‘PEYMANA 1`Ê NÎSANÊ HÎNA JÎ DERBASDAR E’

Hêvînê da zanîn ku ew beşeke taxên Helebê ne û Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen û komên din ên etnîk li her du taxan li ser bingeha pirrengî û biratiya di navbera gelan de bi hev re dijîn.

Têkildarî peymana ku di 1`ê Nîsanê de hatiye îmzekirin, Hêvîn Silêman got peyman hîn jî derbasdar e û xalên kontrolê yên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe ji bo parastina şêniyên her du taxan pêk tînin.

Hêvîn Silêman hêviya xwe anî ziman ku aştî li tevahiya Sûriyeyê pêk bê û hemû arîşe bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

(k)