Êrişên dijî rojavayê Siwêdayê didomin

Komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê binpêkirinên li dijî şêniyên Siwêdayê didomînin. Vê sibehê bi çekên giran malên sivîlan ên di navbera bajarokê Xirbet Semra, Cibîb û Era de hatin tobparankirin.

Êrişên dijî rojavayê Siwêdayê didomin
13 tebax, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li gelek eniyên rojavayê bajarê Siwêdayê bi çekên giran pevçûn derket. Topbaran ji bajarokên Xirbet Semra û Cibîb heta bi gundê Era dirêj kir. Lê der barê ziyanên canî de tu agahî nîn in.

Bajarokê Xirbret Semra li ser rêya di navbera gundewarên rojava û navenda bajêr de ye. Nuqteyeke tevgerînê ya stratejîk e. Cibîb jî di navbera gundên biçûk de ye û ji wir çavdêriyek berfireh li herêmên derdor tê kirin. Gundê Era jî bi ser rêzeçiyayên rojavayê de ye, ji bo parastin û şopandinê cihekî stratejîk e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku duh ji 3 eniyan ve bi çekên giran êriş li dijî malên sivîlan gundê Necran hatin kirin, wê tirsek çêkir, lê tu birîndarî çênebûn.

Duh, SOHRˊê dîmenek bi dest xist ku li bajarokê Kenakir ê gundewarên Şamê binpêkirin li dijî malên sivîlan tê kirin.

Rewşa ewlehî ne aram e, şênî ji ber van êrişan û binpêkirinên agirbestê yên ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve tirsê dijîn, ku rageşî careke din bilind bibe.

(fr)