Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî û AKP'ê bi dawî bû

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Koma Meclisê ya AKP'ê li pêş çapemeniyê girtî pêk hat, bi dawî bû.

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî û AKP'ê bi dawî bû
6 ÇILE, 2025   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta DEM Partiyê ya ji parlamenter Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, bi koma AKP'ê re li Meclîsê hevdîtinek kir.

Piştî ku hevdîtin bi dawî bû daxuyaniyeke kurt hate dayin. Serokwekîlê Koma Meclisê ya AKP'ê Abdullah Guler daxuyanî da û got, "Me bi rengekî erênî sohbet kir. Di rojên pêş de wê daxuyaniya pêwîst bê dayin."