Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê hate taloqkirin

Hevdîtina di navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de bihata kirin, bi hinceta "zêdebûna bernameyê" hate taloqkirin.

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê hate taloqkirin
8 tîrmeh, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku 7'ê Tîrmehê roja Duşemê bi Serokkomarê Tirkiyê Serokê AKP'ê  Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin, dihate payin ku îro jî bi Wezîrê Edaletê re bicivin.

DEM Partiyê bi daxuyaniyekê got: "Ev bername, ji ber zêdebûna bernameyê hate taloqkirin. Gava dem û saeta hevdîtinê jinûve diyar bû wê bê ragihandin."