Rêveberiya Xweser ekîbên agirkujiyê dişîne Laziqiyê

Rêveberiya Xweser bi armanca piştgiriya xebatên vemirandina şewatên daristanan, wê ekîbên agirkujiyê bişîne Laziqiyê.

Rêveberiya Xweser ekîbên agirkujiyê dişîne Laziqiyê
8 tîrmeh, 2025   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên daristanî yên bajarê Laziqiyê 6 roj beriya niha (2’yê Hezîranê) şewat derket û hîn berdewam dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî biryar girt ku ekîbên agirkujiyê bişîne herêmê.

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên rêveberiya xweser hatine girtin, wê tîm û seyareyên agirkujiyê, tankerên avê û alavên teknîk ên rêgirtina li pêşiya belavbûna şewatan ji bo herêmê werin şandin.

Hat gotin ku ekîbên agirkujiyê dê îro ber bi peravê ve bi rê bikevin.

Şewata daristanan ji ber bayê dijwar belav dibe. Ji gelek parêzgehên Sûriyeyê jî tîmên vemirandina şewatan di nava seferberiyê de ne.

(bb)