Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir

Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Tirkiyê Tayyîp Erdogan de dest pê kir.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
10 nîsan, 2025   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan de dest pê kir. Hevdîtin, li Kulliyeya Serokkomartiyê tê lidarxistin. 

Geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan qewimîn yek ji mijara sereke ya hevdîtinê ye. 

Endamên şandeyê, di daxuyaniya beriya hevdîtinê de anîn ziman ku dê di hevdîtinê de her du alî nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin.