Ji malbatên 4 şehîdan re sersaxî hat xwestin

Li Hesekê ji bo 4 cangoriyan şîn hat danîn û sersaxî ji malbatên wan re hat xwestin.

Ji malbatên 4 şehîdan re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 4 şehîdan re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 4 şehîdan re sersaxî hat xwestin
Ji malbatên 4 şehîdan re sersaxî hat xwestin
10 nîsan, 2025   13:43
HESEKÊ

Ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Birûsk Mano (Xidir Mano) yê ku 8’ê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê şehîd bûbû Enwer Dêrik (Ebdulhemîd El Ebid) ê ku 21’ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Ebdullah ê ku 3’ê Nîsanê li Dêrazorê şehîd bibû, her wiha şervana YPJ’ê Gerîla Qamişlo (Şêrîn Fetah) a ku 24’ê Adara 2024’an li Til Rifetê şehîd bûbû, konê sersaxiyê yê navendî hat vedan.

 Bi sedan şêniyên bajar û gundên Hesekê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî herikîn bin kon ku li taxa Telayî ya bajarê Hesekê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmeke hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Hemo bal kişand ser keda şehîdan û got: "Bi saya şehîdên leheng em bi aramî dijîn. Şoreşa me bi xwîna şehîdan ava bûye. Em ê bi sekn û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re şoreşa xwe û destkeftiyên welatê xwe biparêzin."

Gulê Hemo berxwedana Bendava Tişrînê jî silav kir û anî ziman ziman ku berxwedana Tişrînê îradeya şervanan û hevgirtina gel a bi doza xwe re nîşan dide.

MECLISA LEŞKERÎ YA HESEKÊ: EM SOZA BI ŞEHÎDAN RE BIDOMÎNIN

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand "Di demekê de ku welat di rewşek belavbûn û nebaweriyê de ye, şehîdan ji bo parastina welat û gelê xwe hilbijartin û bi xwîna xwe rûpelên serekftinê nivîsandin."

Dêrsim Hesekê anî ziman ku pêkhateyên herêmê bi pêşengiya şehîdan li hemberî komployên derve û hundirîn bûn mertal û got: "Em ê soza ku me bi hevalên xwe yên şehîd re daye bidomînin û armancên şehîdan ve venagerin."

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)