‘Heta her roj dibe roja jinan em ê têkoşînê bidomînin’

Jinan li Dêrazorê destnîşan kir ku “heta her roj dibe roja taybet a jinan” dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

‘Heta her roj dibe roja jinan em ê têkoşînê bidomînin’
7 adar, 2024   04:36
DÊRAZOR
FATME EL EBID

"Em dê îsal bikin sala têkoşînê" bi vê gotinê jinan li Dêrazorê kêfxweşiya xwe bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê ku 8`ê Adarê ye, anîn ziman. 

Jina bi navê Riweyda El Elî ev roj li tevahî jinên cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û berxwedana wan, amadekariyên ji bo pêşwazîkirina vê rojê silav kirin.

Riweydayê wiha got: "Jinan bi şiyanên xwe gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Di saziyan û saktorên jiyanê yên siyasî, leşkerî û civakî de cih girt. Roleke mezin di sepandina projeya Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a navbera gelan de lîst."

Her wiha Riweydayê diyar kir ku dê vê salê bikin sala têkoşîn û destkefiyên jinan û dê têkoşînê berdewam bikin “ji bo ku her roj bibe şahî û cejn”.

Berovajî zordestiya ku DAIŞ`ê dema ku Dêrazor dagir kiribû û jin ji mafên xwe yên perwerdeyê û kar bê par hiştibû û adetên civakî yên şaş serwer bûn û di dema desthilata hikumeta Şamê de jî bi awayekî sîstematîk ji qadên siyasî û leşkerî hatibûn dûrxistin, ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweser ve, rewşa jinan ji berê baştir bû.

`ROJA SERHILDANA JINAN E`

Jina bi navê Hind El Ehmed jî ji ajansa me re axivî û got: "Roja 8`ê Adarê, berhema têkoşîna jinan li dijî koletiyê û tundiya zihniyeta baviksalarî ye. Wan xwest û hîna dixwazin jin paşguh bikin û ji rola wê ya sereke û bingehîn dûr bixin. Lê belê em ê ji wan re berovajî vê yekê isbat bikin, ji ber ku ev roj roja serhildana jinan e û têkbirina zulm û zordestiyê ye."

Hindê destnîşan kir ku jinan cihê xwe di tevahî saziyên sivîl û xizmetguzariyê de girtiye û roleke çalak di sazkirina biryarê, parastina herêmê û destkeftiyên li Dêrazorê bi dest xistin de lîst.

Hind El Ehmed di dawiyê de bang li jinan kir ku cihê xwe di tevahî saktoran de bigirin û got: "Em civakên berhemdar diafirînin."

(şx)

ANHA