QSD`ê nasnameya 5 şehîdên êrişa li Dêrazorê aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên êrişa li dijî cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê aşkera kir. Her wiha soz da tola şehîdan hilîne.

QSD`ê nasnameya 5 şehîdên êrişa li Dêrazorê aşkera kir
6 sibat 2024   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî nasnameya şehîdên êrişa li dijî akademiya Hêzên Komandos a li cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê daxuyaniyek da.

Navendê di daxuyaniyê de got: "Milîsên Îranê yên li gelek deverên Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de belav in, duh bi balafireke bêmirov û biçek êriş hevalên me yên li cihê petrolê yê El Omer kirin. Di encamê de 5 hevalên me şehîd bûn ku di nav wan de 2 birayên hev in.

Hevalên me ji herêma Meyadînê ne ku di demên cuda de ji ber zulma çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên rejîma Sûriyeyê ji warên xwe koçber bûne û li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bûne ji ber ku ewlehî lê dîtin. Ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê ji gefên derve û hundir tev li hêzên me bûn û cihê xwe di operasyon û pêngavên li dijî DAIŞ`ê girtin û berxwedaneke mezin di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê de nîşan dan ta ku di êrişeke xedar de şehîd bûn.

Em destpêkê sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em soz didin ku tola wan hilînin, rê li pêşiya kesên hewl didin hêzên me yan jî ewlehiya herêmê têk bibin, bigirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Emmar

Nav û paşnav: Bîla Mihemed El Seûd

Navê bav: Mihemed

Navê dayîkê Nehîde Mişewh

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2005

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 Nasnav: Demhat

Nav û paşnav: Ebdurezaq Ayiş El Seûd

Navê bav: Ayiş

Navê dayîkê; Hediye

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 200

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 Nasnav: Gelhat

Nav û paşnav: Emmar Dawûd Ebdulwehab

Navê bav: Dawûd

Navê dayîkê: Intîsar El Şerabî

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 Nasnav: Zagros Kelase

Nav û paşnav: Omer Dawîd Ebdulwehab

Navê bav: Dawûd

Navê dayîkê: Intîsar El Şerabî

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2003

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 

Nasnav: Omer

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed El Şerabî

Navê bav: Ehmed

Navê dayîkê: Tuhfe El Hac Ukle

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 1995

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024"

(şx)