Hesen Hîmo: Em tenê dikarin bi yekîtiyê doza fermandar Nûreddîn Sofî bişopînin

Kurê Apê Fermandar Nûreddîn Sofî Hesen Hîmo diyar kir ku Fermandar Nûreddîn Sofî stûnên Şoreşa Rojava danî û got: “Em tenê dikarin bi yekîtiyê doza wî bişopînin”.

Hesen Hîmo: Em tenê dikarin bi yekîtiyê doza fermandar Nûreddîn Sofî bişopînin
6 nîsan, 2026   14:58
QAMIŞLO

Îro 5’emîn salvegera şahadeta Fermandarê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ye, şêniyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser gora şehîd a li Pakrawangeha Delîl Saruxan a bajarê Qamişloyê Fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anîn

 

Kurê Apê Fermandar Nûreddîn Sofî Hesen Hîmo ji ajansa me re axivî.

Hesen Hîmo diyar kir ku eger em bixwazin qala jiyana şehîd Nûreddîn Sofî bikin bi rojan em xilas nakin û wiha axivî: “Nûreddîn Sofî kesekî dilnizim bû, hîna di zarokatiya xwe de kesek jîn û zekî bû. Di nava hevalên xwe de kesekî rêza yekemîn bû.”

Hesen Hîmo qala keda Fermandar Nûreddîn Sofî ya di Şoreşa Rojava de kir û wiha got: “Wî stûnên Şoreşa Rojava danîn. Me jî da pey şopa wî, me pê re kar û xebat kir. Kesên weke wî kêm in. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin, bi şoreşgeran re şoreşger bû. Malek di Rojava de nema ku Nûreddîn Sofî serdana wê nekir, eger niha jî hazir bûya dê yek bi yek biçûya malên dîlgirtiyan. Bi wan re rûnişta û êşa wan parve bikira. Vê nêzîkatiya wî hişt ku bibe fermandarek vê şoreşê.”

Hesen Hîmo diyar kir ku ew tenê dikarin bi yekîtiyê doza Fermandar Nûreddîn Sofî bişopînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em bi yekîtiya gelê Kurd em dikarin serkeftinên wî biparêz in.”

(bî-es)

ANHA