Şehîd Nûreddîn Sofî li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji pêşengên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Nûreddîn Sofî di salvegera 5'emîn a şehadeta xwe de ji aliyê bi hezaran kesî ve hat bibîranîn.

6 nîsan, 2026   14:36
QAMIŞLO

Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Nûredîn Sofî 6'ê Nîsana 2021'an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li herêma Garê şehîd bibû, di salvegera 5'emîn a şehadetê de li ser gora xwe ya Pakrewanegha Delîl Soroxan hat bibîranîn. 

Merasîma bîranînê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat birêxistinkirin. Ji bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê, şervanên QSD, YPJ, malbatên şehîd û dîlgirtiyan bi hezaran kes tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hatin hildan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD û YPJ'ê ve hat lidarxistin.

Ji fermandarên QSD'ê Îsmet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd, gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan re xwest. Îsmet Şêx Hesen got" Fermandar Nûreddîn Sofî ne tenê ji bo Rojava, lê di heman demê de ji bo tevahî gelê Kurd bi hezaran şervan û fermandar ava kirin. Em nikarin wesfê keda mezin a ku şehîd Nûreddîn daye bînin ser ziman. Li Kurdistanê cihek nine ku Fermandar Nureddîn Sofî lê ked nedaye. Şehîd Nûreddîn ji nasneme û mafên gelê Kurd têkoşîn kir. Ferq û cudahî nedixst navbera pêkhateyan. Dema karê xwe dikir hat şehîdxistin. Di serî de hêzên leşkerî, ji me hemûyan tê xwestin ku em doza wî bişopînin. Şehîd namirin. Şehîd Nûreddîn Sofî namire."

Piştî bidawîbûna merasîma leşkerî dirûşmên "Bijî Serok Apo"  û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Necah Gulo jî axivî. Necah Gulo destnîşan kir ku ku şehîd Nûreddîn Sofî bi keda xwe Rojava gihand vê astê û got: "Têkoşîn kir ta gihaşt asta şehadetê. Em serkeftinê ji hêzên xwe yên leşkerî re dixwazin û azadiyê ji dîlgirtiyên xwe re dixwazin."

' HEVRÊ NÛREDDÎN SOFÎ EM FÊRÎ TÊKOŞÎNÊ KIR'

Bi navê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer jî di merasîmê de axivî û ev tişt anî ser ziman "Yek ji kesên ku me fêrî têkoşînê kirin, hevrê Nûreddîn Sofî ye. Naskirina wî û şopandina rêya wê cihê mezin ên şanaziyê ye. Di kesayeta wî de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Bila serî malbat û hevrêyên şehîd sax be."

Hesen Koçer destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk hîna berdewam in. Her wiha êrişên vê dawiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê wekî komployeke navneteweyî mîna ya 5'ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û got, tevahî cîhan li pey van êrişan bûn. 

Hesen Koçer li ser van êrişan got: "Xwestin Kurdan qir bikin, lê têkoşîna hevalên me û gelê Kurd û yekrêziya Kurd îsbat kir ku em li hemberî qirkirinan li ber xwe didin. Em ê ji bo şehîdan xwe û ji bo hevalên xwe yên dîlgirtî li ber xwe bidin û têkoşînê bikin. Divê tevahî gelê me destekê bide malbatên dîlgirtiyan."

'ŞEHÎD NÛREDDÎN SOFÎ DIGOT: EV GEL HÊJA YE EM XWE JI BO WÊ FEDA BIKIN'

Bi navê şehîd Nûreddîn Sofî, Hesen Hîmo axivî û got: "Li beramberî hizûra vê gelî soza şehîd tê parastin. Tiştek din ku mirov bibêje nin e. Şehîd Nûreddîn Sofî hertim digot, ev gel hêja ye mirov xwe ji bo wê feda bike. Hevrê Nûreddîn Sofî ji bo vî gelê têkoşîn kir û şehîd bû."

Hesen Hîmo piştgirî da malbatên dîlgirtiyan û azadiya wan xwest.

Di dawiyê de girse li dora gora şehîd Nureddîn Sofî kom bûn û gurzên gulan danîn ser.

(bb)

ANHA