Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Tedmurê rastî êrişê hatin

Li nêzîkî Tedmurê li çola Sûriyeyê, li dijî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êriş pêk hat.

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Tedmurê rastî êrişê hatin
13 kanûn, 2025   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li nêzîkî Tedmurê, li rojhilatê Humsê, rastî êrişa çekdarî hatin.

Çavkaniyan ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî di çarçoeveya planeke şerê li dijî çekdarên DAIŞ`ê de, li herêmê bûn. Hat gotin ku helîkopterên Amerîkî kesên ku ji ber êrişê birîndar bûne, veguheztin baregeha Tenefê.

Çavniyan her wiha ragihand ku dema hêzên Amerîkî gihîştin xaleke hevdîtinê bi hêzên Hikûmeta Veguhêz re çekdarekî DAIŞ`ê, ku niha bi hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re şer dike, xwe bi kembereke xwekuj teqand, piştî vê yekê, gule li karwana hêzên heyvpeymanê hat barandin.

(k)